Nûçeyên Iraqê

Bêhtirî 180 kuştî hene di êrîşên DAIŞê de li ser başûrê Sûrîyayê

Rêzeteqînine xwekujî û êrîşin ku ji hêla "Dewlata Îslamî" (DAIŞ) hatiye angaştkirin ku bêhtirî 180 kesî li başûrê Sûrîyayê îroj Çarşemê (25ê Tîrmehê) kuştine, di yek ji dijwartirîn êrîşên rêxistinê de li welat, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên mirov got ku êrîş li gelek dever li parêzgeha Siwêdayê xistine yên ku hikumet bi awayekî berfireh desteser kirine, ku DAIŞê devereke biyabanî li bakur- rojhilatî welat ji xwe re digire.

Ew hema berî heftîyekê hatin di hilmeteke kujer a rejîmê bi piştevanîya Rûsîyayê bo derxistina çekdarên DAIŞê ji asêgehekê li parêzgeha li rex a li başûrî welat.

DAIŞê berpirsîya tundîyê angaşt kir, dibêje ku endamên DAIŞê êrîşî çeperên hikumeta Sûrî û asêgehên ewlehîyê yên li bajarê Siwêdayê kirin, paşê kemberên xwe yên teqîner teqandin.

Rewangehê got ku sê êrîşkerên xwekuj kemberin teqîner li bajarê Siwêdayê teqandin, herwekî teqînine din li gundinan li bakur û rojhilat qewimîn. Teqîneke xwekujî ya çaremîn li bajêr di demeke din de qewimî.

"Paşê çekdarên DAIŞê derbasî gundine li bakur-rojhilatî parêzgehê bûn û niştecihin di malên wan de kuştin," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Rewangehê got ku teqînên xwekujî û êrîş 180 kes kuştin di nav de 62 sivîl.

Mirîyên mayî çekdarên bi ser rejîmê ve bûn, piranîya wan niştecihên ku rahêjtibûn çekan daku berevanîya gundên xwe bikin, Rewangehê got.

Swêda, ya ku piranîya niştecihên wê kêmneteweya Durzî ye, heta rêjeyekê ji şer dûr bû, şerê ku beşê Sûrîyayê yê din ji sala 2011an ve wêran kir.

"Ev hejmara mirîyan a herî xwînawî ku li parêzgeha Siwêdayê hatiye tomarkirin ji destpêka şer ve" û bûyereke herî kujer e heta aniha li Sûrîyayê, Ebdul Rehman got.

Herwiha tundî bu sedema mirina 30 çekdarên DAIŞê, di nav wan de êrîşkerên xwekuj.

Rewangehê got ku tundrûyan herî kêm dest danîn ser sê ji wan her heft gundên ku wan armanc kiribûn lê şer îroj çarşemê berdewam bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500