Nûçeyên Iraqê

DAIŞ êrîşa xwînî ya Toronto li xwe digre

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) îrj Çarşemê (25ê Tîrmehê) berpirsyarîya xwe ragihandji gulebarana ku dawîya heftî qewimî û tê de du kes li Toronto li Kanadayê hatin kuştin, AFP got.

Ajansa propagandayî ya rêxistinê Amaq got ku êrîşvan "êrîş pêk anî piştî bangên bo armanckirina welatên beşdarî hevpeymanîya" ku ji 2014an de şerê DAIŞê li Îraq û Sûrîyayê dike.

Fêsel Husên, 29-salî, jineke 18-salî û keçeke 10 salî bi gulekirinê kuştin li kolaneke Toronto êvara Yekşemê, Polîsê Kanadî ragihand.

Ew mirî li nêzî cihê gulekirinê hat dîtin piştî ew bi tifingê şerê polîs kiribû.

Berpirsyaran got ku êrîş li taxa Grîktawn li Torontoyê dora 10 êvara Yekşemê pêk hat û 13 kes birîndar bû ku temenên wan ji 10 heta bi 59 salan in.

Malbata Husên, di daxuyanîyekê de bo CBC News, ev "kiryara bizdêner" şermezar kir û got ew xwedan kêşeyên hişmendî bû.

Wan got ku "wî berhengarîyên têkildarî rewşa hişmendî ya dijwar jîyan dikirin, û tevahîya jîyana xwe bi nexweşîya depresyon û psychosisê bû".

Wan got ku derman û tedawî nikarîn derdên wî rihet bikin.

DAIŞê bang bo zencîrek ji êrîşên kujêner li Rojava kir di van salên dawî de. Welatîne Kanadî rê li ber wan hat girtin çaxê wan hewl dida ku xwe bighînin Sûrîyayê bo tevlî DAIŞê bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500