Nûçeyên Iraqê

Polîsê Nînewayê 23 endamên DAIŞê digire

Hêzên Îraqî 23 endamên "Dewleta Îslamî" (IDAIŞ) li parêzgeha Nînewayê di du rojên dawîn de girtin, Wezareta Hundir îroj Sêşemê (24ê Tîrmehê) ragihand.

"Fermandarîya polîsê Nînewayê operasyonekê pêk tîne bo endamên tên xwestin bigire û heta aniha 23 endamên DAIŞê girtine, ku ew li gor madeya 4an a zagona dijî-terorîzmê tên xwestin," peyvdarê wezaretê, lîwa Saed Maen di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Wî got ku endamekî DAIŞê yê ku berpirsê komkirina zekat li başûrê Mûsilê bû, û kesekî din ku berpirsê "mulkên dewleta xîlafetê" ya rêxistinê bû, û kesekî ku karmendê "ofîsa şerîetê" bû di nava girtîyan de bûn.

Wî got ku çekdarên DAIŞê di nava girtîyan de bûn, herwiha endamên ku ligel "Hesbayê (polîsê şerîetê) kar kirine dema ku wê Mûsil kontrol dikir.

"Ew li deverên cuda li Mûsil û gundewarê wê hatin girtin," Maen eşkere kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500