Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî DAIŞê li başûrê Sûrîyayê armanc dikin

Balefirên şer ên Sûrî û Rûsî îroj Sêşemê (24ê Tîrmehê) li asêgeheke tundrewan li başûrê Sûrîyayê ku hevsînorê Urdunê û Bilindahîyên Colanê dan piştî êrîşên kujêner ên bi dirêjahîya şevê, AFP ragihand.

Derengîya Duşemê, êrîşên asmanî yên Rûsî çar sivîl kuştin li navçeya li jêr destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Deraayê, ya ku li başûrê welat e, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Rewangehê got ku wiha jî hejmara giştî ya sivîlên di bordumanên li ser wê navçeyê di kêmtirî heftîyekê de gihaşt 41 kesan, ku 11 ji wan zarok in.

Bi piştevanîya balefirên şer ên Rûsî, hêzên rejîma Sûrî dicengin bo paqijkirina dawîn navçeya li jêr kontrola DAIŞê li başûrê welat piştî derxistina komên din ên dijberîyê.

Roja Sêşemê, kopterên rejîmê û balefirên şer ên Rûsî bordumanên dijwar li ser pêk anîn, û wêranîyeke mezin qewimî, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

"Pevçûnên giran li bakur û rojavayê navçeyê pêk tên", ew navçe jî li jêr kontrola baskê xwecihî yên DAIŞê ye ku bi navê Ceyş Xalid Ibin Welîd çalak e, wî da zanîn.

Rewangehê got ku ji Pêncşemê de, di pevçûnên di navbera herdu alîyan de herî kêm 34 çekdarên rejîmê û 61 endamên DAIŞê hatine kuştin.

DAIŞ û tundrewên din di rêkeftinên agirbestê de yên ku çekdarên opozîsyonê bi Rûsyayê re wajû kirine nayên hundirandin, van rêkeftinan borduman bi dawî kirin li hember radestkirina çekdarên opozîsyonê ji çekên giran re û xaka li jêr destê wan.

Çekdarên opozîsyonê yên li dijî serdestîya hikûmetê dikarin bi basan tev malbatên xwe bo deverên li jêr kontrola opozîsyonê li bakurê welat bên veguheztin.

Rewangehê got ku di xetra dawîn ji van veguheztinan, basên ku radihiştin 900 çekdaran û xizmên wan ji bajarokê Busra el-Şam li Deraayê gihaştin bakurê rojavayê Sûrîyayê îroj Sêşemê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500