Nûçeyên Iraqê

Çekdarinan êrîş bir ser ofîsa parêzgeha Hewlêrê, kesek hat kuştin

Sê çekdarên nûhatî îroj Duşemê (23yê Tîrmehê) êrîş kirin komavahîyên parêzgeha Hewlerê, û agir vekirin û karmendek kuştin berî ku ew werin kuştin, AFP ragihand.

Berpirsyaran ragihand ku heft endamên hêzên ewlekarîyê birîndar bûn piştî ku hêzên Asayîşa Kurdistanê li hember êrîşvanan kete pevçûnan de.

"Karmendekî jîyan xwe ji dest da di êrîşa li ser komavahîyên parêzgehê de," parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî di konferanseke rojnamevanî de ragihand.

Cîgirê serokê porlîsê herêma Kurdistanê Ferhad Muhemed ragihand ku sê çekdar "hatin kuştin" piştî çar demjimêran ji şer û pevçûnan li hember hêzên ewlekarîya Kurdistanê.

Ajansa dijî-terorê li herêma Kurdistanê di daxuyenîyekê de eşkere kir ku du ji çekdaran 16-salî bûn û yê sêyem 18-salî bû, û hemû ji Hewlêrê ne.

Cîgirê parêzgar,Tahir Ebdulah gotibû ku hêzên ewlekarîyên yên Kurdistanê, ku navê wan Asayîş e, toqeke ewlehî durist kirine û avahî teftîş kirin bo êrîşkaran bigirin.

Heta aniha tu alî berprsîya xwe ji êrîşê eşekere nekiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500