Nûçeyên Iraqê

Di pêngaveke ewlekarî de 3 endamên DAIŞê li Kerkûkê tên girtin

Sê endamên"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin girtin û şeş stargehên DAIŞê hatin wêrankirin di operasyonekê de ku armanc kir rêya Kerkûk Hewîcayê ewle bike, Wezareta Hundir a Îraqî îroj Duşemê (23ê Tîrmehê) ragihand.

Hêzên Polîsê Federal operasyoneke ewlekarî pêk anîn di du rojên bihûrî de li deverine çiyayî, gund û gelîyên dikevin başûrê rojavayê Kerkûkê, peyvdarê wezaretê, emîd Saed Maen ji Diyaruna re ragihand.

"Hêzên Îraqê van operasyonan dest pê dikin bo çespandina ewlehîyê, paqijkirina deverên xwedan kendkûzên zehmet li başûrê rojavayê Kerkûkê, û rêgirtin li ber vegera DAIŞê û dîsan xwe rêxistinkirin li wan deveran," wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500