Nûçeyên Iraqê

Operasyonên serbazî rûberên berfireh li biyabana Enbarê dikin armanc

Operasyoneke serbazî ya baş pilankirî ji sê alîyan ve hat destpêkirin li deverinan li biyabana Enbarê yên li ser rêya diçe Warî Huranê ku bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xwe li wan diveşêrin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê (23yê Tîrmehê) ragihand.

"Hêzên polîs û artêşê, bi piştevanîya hêza asmanî ya hevpeymanîya navdewletî û Îraqî, operasyonekê pêk tînin bi dirêjahîya 12o kîlometran li deverên biyabanî yên Enbarê," fermandar lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku operasyonê molgeh, tunêl û veşargehên çekan ên DAIŞê kirin armanc.

"Kargeheke çêkirina bombeyan ku avêjereke rokêtan û meteryalên di çekêrina teqemenîyan de tên bikaranîn û teqemenîyên bidestçêkirî yên amade bo teqînê dihundirandin di operasyonê de hat kifşkirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500