Nûçeyên Iraqê

NY: Zêdebûneke mezin di rêjeya vegerê de di nav bêwarên Sûrî de

Dora 750,000 bêwarên Sûrî vegeriyane malên xwe di nîva pêşîn a 2018an de, wate nêzî hejmara giştî ya sala par, AFP îroj Înê (2ê Tîrmehê) ragihand.

Veger bi awayekî berfereh li deverên ku rejîmê ji destê kom opozîsyonê derxistine pêk tên, di nav de Heleb, Hom û gundewarê Şamê, Komîsyona Bilind a NY (UNHCR) di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Rêjeya vegera di vê salê de bi awayekî zelal a sala 2017an derbas kiriye, di wê salê de 760,000 kes vegerîya bûn malên xwe yên ku ew neçar bûbûn wan biterikînin.

UNHCR sala 2017an gotibû "wê karîna xwe li Sûrîyayê duqat kiriye" di çarçoveya pêşbînîkirina hejmarên bilindtir ji bêwarên ku dê malên xwe biterikênin li hinek deveran piştî ku dînamîkên milmilanîya Sûrî hatin guhertin.

Ev pêla berfereh pêk hat di demekê de ku hejmarên mezin ên bêwarbûyînê li deverine din hatin tomarkirin.

Meha bihûrî, Ofîsa NY bo Kordînasyonkirina Karûbarên Mirovî li Sûrîyayê got ku her çar mehên dest pêkê ji 2018an derxistina 920,000 kesan ji malên wan bi darêzorê dît, ev jî rêjeya herî bilind di milmilanîya heft-salî de.

Ev pêl hat berferehkirin ji ber zêdebûna pevçûnan li Xûtaya Rojhilatî, navçeya berê ya dijberîyê, û li parêzgeha Idlibê, ya ku dikeve bakurê rojavayê welat.

Bêhtirî şeş milyon Sûrî li nava Sûrîyayê mane bêwar, û 5.6 milyon kes weke penber li welatên din dijîn.

UNHCR ragihand ku bi tenê 13,000 penaber vegerîyan Sûrîyayê di nîva pêşîn a vê salê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500