Nûçeyên Iraqê

Bi hezaran sivîl ji bajarokên ser bi rejîmê ve tên derxistin

Bi hezaran niştecihên du bajarokên bi ser rejîmê ve li bakurê Sûrîyayê îroj Pêncşemê (19ê Tîrmehê) hatin derxistin, ku dirêjtirîn dorpêçkirinên şerê navxweyî yên ku heft salan dom kiriye bi dawî kir, AFP ragihand.

Fewa û Kefereyayê li parêzgeha Idlibê ji dawîn bajarokên jêr dorpêçkirinê bûn li Sûrîyayê û nimûneyeke kêmpeyda ye ji bajarokên bi ser rejîmê ve yên hêzên opozîsyonê wan dorpêç dikin.

Bajarok sê salan ji alîyê çekdarên opozîsyonê û rêxistina Tehrîr el-Şam a tundrû ve hatine dorpêçkirin.

Lihevkirinek roja Sêşemê di navbera Rûsya alîgira rejîmê û Turkya piştîvana opozîsyonê de pêk hat bo veguheztina niştecihên bo erdên li jêr destê hikumetê li hemberî serbestberdana girtîyan ji girtîgehên rejîmê.

Sibeha roja Çarşemê, rêbendên li ser rêya ku diçe bajarokan hatin rahiştin bo bi dehan bas derbas bibin.

Piştî nîvê şevê, bas ji Fewa û Kefereyayê derketin û sibeha Pêncşemê li gundê Eysê bûn, ku derbasgeha ji navçeya li jêr destê opozîsyonê digihe deverên ku rejîm wan kontrol dike li parêzgeha Helebê.

Çekdarên hevbendîya Tehrîr el-Şam li ser qeraxa rê rawestîyabûn çaxa karwana kesên derxistî li paş rûniştîbûn, bi milîtanên bi ser hikumetê ve û sivîlên asayî re ku bi awayekî fermî li basê siwar hatibûn û li pêş xwe dinerîn.

Dora 6,900 sivîl û çekdar hatin veguhestin û herdu bajarok aniha "tam ji niştecihan vala ne", Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov sibeha Pêncşemê ragihand.

"Çaxa bas derbasî deverên jêr destên rejîmê bûn, rejîmê dest bi serbestberdana girtîyan kir, li gorî lihevkirinê," serokê rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Li gorî çavkanîyên Tehrîr el-Şam, derxistin li hemberî rizgarkirina 1,500 kesan ji girtîgehên rejîmê hat pejirandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500