Nûçeyên Iraqê

Çekdarên opozîsyona Sûrîyayê radestkirina navçeyeke hevsînor bi Colanê re dipejirînin

Çekdarên opozîyona Sûrî razî bûn ku navçeyeke hestyar a hevsînor bi Bilindahîyên Colanê re radest bikin, AFP îroj Pêcşemê (19ê Tîrmehê) ragihand. Ev jî radestkirina dawîn ji zincîreya rêkefitnên bi rejîmê re.

Ev rêkeftin piştî lihevkirineke din tê ku li gor wê bi hezaran şênî sibeha Pêncşemê ji du bajarokên alîgirên rejîmê, Fûa û Kefreyayê, li bakurê Sûrîyayê hatin derxistin.

Bi hêza serbazî û redestkirinên gotûbêjkirî, hêzên Sûrî vê mehê bêhtirî 90% ji Deraayê kontrol kir, parêzgeha li başûrê welat ku xwenîşandanên li dijî Beşar di 2011an de dest pê kirin.

Paşê wan dest bi bombebarankirina himbiz a opozîyonê li Qunêtrayê kir, ew jî parêzgeheke bi şiklê heyvê ye û dikeve di navbera Deraa û herêma veqetîner bi Colan re li alîyê rojava.

Li jêr fişarê, çekdarên opozîsyonê qebûl kirin ku Qunêtra û herêma veqetîner radestî hêzên hikûmetê bikin, gotûbêjvanekî opozîsyonê û Rewangehê îroj Pêncşemê ragihand.

"Rêkeftin ji agirbestekê, radestkirina çekên giran û weset, û vegera sazîyên hikûmetê bo navçeyan pêk tê," Ramî Ebdul Rehman, serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Wî got ku hêzên Sûrî dest danîn ser navçeya opozîsyonê li herêma veqetîner û hinek çekdarên opozîsyonê dê bi basan bo navçeya opozîsyonê li bakurê Sûrîyayê werin guhastin.

Tifaq, li gor Rewangehê, hevbendîya tundrew Tehrîr el-Şam a ku devera di navbera Qunêtra û Deraayê de kontrol dike nahundirîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500