Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî 12 sivîlan li parêzgeha Deraaya Sûrîyayê dikujin

Êrîşên asmanî yên jêderên wan nenaskirî ye 12 sivîl li devereke li jêr kontrola opozîsyonê li parêzgeha Deraayê ya dikeve başûrê Sûrîyayê kuştin, AFP îroj Çarşemê (18ê Tîrmehê) ragihand.

Êrîşên kujêner li Newayê xistin, dawîn bajrokê li jêr kontrola opozîsyonê li Deraayê, derengîya Sêşemê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Rewangehê got ku wê nikarî destnîşan bike ka êrîşên asmanî yên li bajarokê li rojavayê parêzgehê xistine ji alîyê rejîmê ve ne yan ji alîyê hevalbenda wê Rûsyayê ve ne.

Rejîmê di kêmtirî mehekê de 90% ji parêzgeha Deraayê vegerand. Lê belê çekdarên opozîsyonê yên li Newayê li ber xwe da.

Piştî ku hêzên rejîmê dest bi pêngavekê kirin roja 19ê Hezîranê, Rûsya fişar li ser çekdarên opozîsyonê kir ku deverên rojhilatî ji parêzgehê di destpêka Tîrmehê de radest bikin, herwiha navenda parêzgehê jî heftîya borî.

Bajarokine din jî li rojavayê parêzgehê tevlî rêkeftinê bûn.

"Gotûbêj îroj Çarşemê dewam dikirin bo tevlîbûna Newayê di rêkeftina sazanê de" ligel rejîmê, serokê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman ragihand.

Rêkeftina şerrawestandinê ya ku destpêka vê mehê pêk hat li Deraayê tundrewan li xwe nagire.

Çarşemê, êrîşên asmanî yên Rûsî û bermîlên teqîner ên rejîmê girên li derveyî Newayê yên li jêr kontrola Tehrîr el-Şam kirin armanc.

Êrîşên asmanî yên giran herwiha quncika başûr rojavayî ya parêzgehê ku li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) e kirin armanc.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500