Nûçeyên Iraqê

Encumena Ereb û Kurdan amade ye ku giftûgoyan bi rejîma Sûrîyayê re bike

Sîwana siyasî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) roja Duşemê (16ê Tîrmehê) got ku ew kar dike ku tîmeke giftûgoyan pêk bîne bo çi danûstandinan bi rejîma Sûrî re, AFP ragihand.

Encumena Sûrîya Demokratîk (MSD) girêdayî QSD ye, QSD jî hevbendîyeke Ereb û Kurdan e ku piranîya bakur û bakur-rojhilatê Sûrîyayê kontrol dike.

Ew dever li derveyî kontrola rejîmê ne û piranîya wan ji alîyê birêbeverîyên xweser ve tên birêvebirin, rejîm jî vê yekê weke berhengarîyekê ji desthilatdarîya xwe re reçav dike.

Roja Duşemê, MSD li bajarokê bakurî Tebqayê di komcivînekê de li hev civiya, ku berpirsyarên Kurd û endamin opozîsyona hundirîn a nerm tê de beşdar bûn.

"Yek ji armancên komcivînê ew e ku platformekê pêk bîne bo lidarxistina giftûgoyan bi rejîmê re," endamekî bilind ê MSD bi navê Hikmet Hebîb eşkere kir.

"Ev platform dê nûnertîya hemû navçeyên li jêr serwerîya birêvebirîya xweser û navçeyên li jêr kontrola QSD bike," wî got, bêyî ku tu hûrgilîyên din par ve bike.

Bi piştevanîya Rûsyayê, hêzên rejîmê rûberine berfereh ji 2015an ve careke din vegerandin jêr kontrola xwe û aniha ew bêtirî 60% ji erda Sûrîyayê kontrol dike.

Lê QSD hîn hinekî kêmî sêyekê xaka Sûrîyayê kontrol dike, di nav de zevîyên neftê yên girîng, li gor Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Gelek erdê li jêr kontrola QSD, di nav de Tebqa û bajarê Reqayê, di pêngaveke bi piştgirîya hevpeymanîyê de li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatiye kontrolkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500