Nûçeyên Iraqê

Îraq kesên xanîyên wan wêran bûne di operasyonên terorî de qerebû dike

Hikûmeta Îraqî bêhtirî 47 milyar dînarên Îraqî ($40 milyon) ji destpêka 2018an ve xerc kirine ji welatîyên ku xanîyên wan di operasyonên terorî de wêran bûne, hikûmetê roja Pêncşemê (12ê Tîrmehê) ragihand.

"Beşê Budceyê yê Wezareta Diravîyê ji hikûmetê re pêşinyar kir ku qerebûyan bide welatîyên ku ziyan gihiştiye xanîyên wa ," hikûmetê di daxuyanîyekê de ragihand.

"Bihayê giştî yên qerebûyîn terxankirî ji 2yê Kanûna Duyem heta bi 30ê Hezîranê gihiştiye 47.2 milyar dînarî," daxuyanîyê eşkere kir.

"Zêdetir ji 36 milyar dînarî ($30 milyon) bo parêzgehên Nînewa, Selahedîn û Enbarê hat terxankirin," daxuyanîyê got.

"Piranîya vî qaseyî li ser welatîyên ku ziyan gihiştiye xanîyên wan hatiye belavkirin, daku alîkarîya wan bike di dîsan avakirina malên wan xwe û domandina jîyaneke asayî li navçeyên wan," daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500