Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî hewldaneke derbasbûna bi dizî ya DAIŞê bo Sûrîyayê têk dibin

Artêşa Îraqî hewldaneke derbasbûnê bi dizî ya pênc endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bo Sûrîyayê têk bir û du ji wan kuştin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê îroj Înê (13ê Tîrmehê) ragihand.

"Hêzên artêşê bi pênc çekdarên ku hewl didan sînorên bi Sûrîyayê re derbas bikin şer kirin, ku çekên RPC yên li ser milan tên hilgiritin û çekên navîn bi wan re bûn," fermandar lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku "çekdaran piştî ku derbasî erdên Îraqê bûn xweradestkirin red kirin, û gule berdan hêzên ewlekarîyê, û wiha hiştin artêş jî li wan vegerîne, du kes hatin kuştin û sê birîndar bûn."

Wî got ku lipeygerînek li dar e bo destnîşankirina nasnameya çekdaran û bidestxistina agahîyan ku dibe wan bigihîne şanên DAIŞê yên din.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500