Nûçeyên Iraqê

Çekdarên êlan serkirdeyekî DAIŞê li Mûsilê kuştin

Serkirdeyekî berz ê "Dewleta Îslamî" û alîkarekî wî di şerekî de bi hêzeke êlan re li Beacê, li başûr û rojavayê Mûsilê, hatin kuştin," serokê polîsê Nînewayê emîd Hemed Namis Cibûrî îro Pêncşemê (12ê Tîrmehê) ragihand.

"Weke beşekî ji xebatên wan ên piştgirîkirina hêzên artêş û ewlekarîyê, çekdarên êlan şer bi du çekdaran re kir di maleke terikandî de li nêzîkî Beacê û ew kuştin," Cibûrî ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku polîs her du çekdar destnîşan kirin, bi navê Ehmed Ferhan, ê weke "Walîyê Beacê" tê naskirin û alîkarê wî Lûey Şetî.

"Ubêdî û Şetî destên wan di tawanên li dijî êlan de hebû di dema dagirkirina DAIŞê ji bajarok re," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500