Nûçeyên Iraqê

Dê Kanada pêşengtîya misyona rahînana leşkerî ya NATO li Îraqê bike

Kanada roja Çarşemê (11ê Tîrmehê) ragihand ku ew dê fermandarîya misyoneke nû ya NATO bo rahînan û tiwanesazîyê li Îraqê bike, bi şandina 250 serbazan, navgînên zirxîû çar kopterên taktîkî bo wî welatî di vê salê de, AFP ragihand.

Hêzên Kanadî dê li deverine Bexdayê bi cih bibin di payîza 2018an de bo alîkarikirina "Îraqê di avakirina ajanseke ewlehî ya niştîmanî ya bêhtir çalak de û baştirkirina rahînana hêzên ewlekarî yên Îraqî", daxuyanîyeke hikûmetê wiha got.

"Em serfiraz in bi gerandina rola pêşengîtîyê li Îraqê, û bi karkirinaa ligel hevalbendên me û hikûmeta Îraqê, bo em vê deverê li Rojhilata Navîn ber bi aramî û aştîyeke mayinde ve bibin," Serokwezîr Justin Trudeau ragihand.

Misyona Îraqê dê berdewamîya xebatên Kanadayê be yên di çarçoveya hevpeymanîya navdewltî ya ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), ku wê bi hêza asmanî, piştgirîya nûjdarî û alîkarîya di warê rahînankirina hêzên Îraqî de ji 2014an ve beşdarî kiriye.

Kanada herwiha dê beşdarîyê di xebatên heyî yên NATO de bo rahînankirina hêzên Îraqî bike bo berengarbûna teqemenîyên bidestçêkirî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500