Nûçeyên Iraqê

Sûrîya bi opozîsyonê re dighêje lihevkirinekê têkildarî Derayê

Medyyaa Sûrî ya fermî roja Çarşemê (11ê Tîrmehê) lihevkirinek di navbera rejîmê û çekdarên opozîsyonê de piştras kir, û got dê opozîsyon çekên xwe yên giran li bajarê Derayê radest bike, AFP ragihand.

Roja Înê, lihevkirin li parêzgehê bi awayekî berfirehtir ku heman navî hildigire hat ragihandin.

Lê biryar hebû ku ser sê qonaxan bê pêkanîn: a yekemîn li rojhilatî parêzgehê, paşê beşên li jêr destên opozîsyonê ji paytexta herêmî Dera, û ya dawîn li rojavayî parêzgehê.

Li gor lihevkirina taybet bi deverên jêr destên opozîsyonê li bajarê Derayê, çekdarên opozîsyonê çekên xwe yên giran û yên navîn radest dikin, ajansa SANA ya dewletê ragihand.

Herwiha dê "rewşa çekdarên ku dixwazin erê bikin bi rejêmê re zelal bike" û ew dê bimînin, "û kesên lihevkirinê red dikin divê ji bajêr derkevin," SANA got.

Hêzên rejîmê bêhtirî 80% ji Parêzgeha Derayê vegerandiye, li gor Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Hîna hinek deverên rojavayî ji parêzgehê li jêr kontrola opozîsyonê ne, ku lihevkirin beşê başûr-rojavayî nahundirîne, ji ber ew di destê komeke ser bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve bi navê Ceyş Xalid ibn el-Welîd.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500