Nûçeyên Iraqê

9 gumanbarên bi terorê li Samerayê hatin girtin

Neh kesine ku ji ber sûcên têkildarî terorê tên xwestin hatin girtin di operasyonekê de ji hêla hêzên hevbeş ên polîs û artêşê li gundewarên Samerayê, Fermandarîya Operasyonên Samerayê îroj Çarşemê (11ê Tîrmehê) ragihand.

"Hêzên hevbeş çend êrîş pêk anîn li Lîne, Elbû Bedrî, Elbû Hentûş, Duluya û Sîra Dejlayê, û neh gumanbarên bi terorê girtin," peyvdarê fermandarîyê, eqîd Ehmed Îfet ji Diyaruna re eşkere kir.

Kesên gumanbar ji ber sûcên terorî yên cihêreng tên xwestin, "di nav de pêkanîna teqînan bi teqemenîyên bidestçêkirî, fînansekirina operasyonên terorî û dabînkirina piştgirîyê ji 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) re", wî got.

"Dest li ser çek, sê teqemenîyên bidestçêkirî, mayînên erdê yên xwemalî hat danîn di operasyonê de, û herwiha qeyikek ku di êrîşekê de li ser hêzên meha borî hatibû bikaranîn li Gola Sersar hat danîn," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500