Nûçeyên Iraqê

8 endamên DAIŞê di êrîşeke asmanî ya hevpeymanîyê de li Diyalayê tên kuştin

Êrîşeke asmanî ya hevpeymanîyê roja Sêşemê (10ê Tîrmehê) heşt bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Parêzgeha Diyalayê kuştin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî ragihand.

Balefirên hevpeymanîyê li ser bingeha agahîne hewalgirî, ku ji Ajansa Dijî Terorê hatibûn wergirtin, bi êrîşê rabûne, wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê ragihand ku balefiran veşartgehên DAIŞê li Çîyayê Hemrînê, nexasim li Kebaşîyê li Sadîyayê, armanc kirin.

"Agahîne berdest dibêjin ku heşt teroristên ku plana çêkirina rêbendeke sexte dikirin di vê êrîşa tekûzkirî de hatin kuştin", daxuyanîyê eşkere kir.

Daxuyanîyê got ku siwareyeke ji celebê pîk-up û motrorek, û du M16 û şikeftek ku weke maleke vehewanê bo teroristan dihat bikaranîn, di operasyonê de hatin wêrankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500