Nûçeyên Iraqê

Mêjereke mezin a çekan li Bexdayê tê desteserkirin û bazirganekî çekan tê girtin

Bazirganekî çekan li Bexdayê hat girtin û dest li ser mêjerên mezin ên çekên bêdestûr hat danîn di çarçoveya planekê de bo qorexkirina çekan di destê dewletê de, Wezareta Karê Jundir a Îraqî îroj Sêşemê (10ê Tîrmehê) ragihand.

"Hêzên ewlekarîyê di du rojên borî de dest danîn ser mêjereke mezin a çekan û cebilxaneyan di êrîşên li deverên cihê de li Bexdayê," peyvdarê wezaretê, emîd Saed Maen ji Diyaruna re ragihand.

Di nav çekên hatin desteserkirin de "çekên qiyas-weset ên xeternak hebûn", wî got, da zanîn jî ku bazirganekî çekan ê xwedan navûdengîyeke zerab ku çek bi qaçaxî derbasî paytextê dikirin li Zaferanîyayê, li rojhilatê Bexdayê, hat girtin.

Maen got ku wan dest danî ser cebilxane û çekên di dest wan de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500