Nûçeyên Iraqê

Teqîna siwareyeke bombekirî heşt çekdar li başûrê Sûrîyayê kuştin

Êrîşa bi siwarîyeke bombekirî li başûrê Sûrîyayê îro Sêşemê (10ê Tîrmehê) herî kêm heşt çekdar kuştin, di nav wan de hêzên rejîma Sûrî û yên opozîsyonê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Teqîn li Zeyzonê qewimî, gundeke li gundewarê rojavayê parêzgeha Deraayê, yê ku çekdarên opozîsyonê di van rojên dawî de qebûl kirin ku radestî kontrolkirina rejîmê bikin, AFP ragihand.

"Heşt çekdarên rejîm û opozîsyonê yên ku vê dawîyê li hev hatin di êrîşeke bi siwareyeke bombekirî ya kujer hatin kuştin, êrîşa ku çeperekî serbaî li zeyzûnê kire armanc," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got.

Kesekî berpirsyarîya êrîşê negirte xwe, lê gund nêzîkî başûrê devera li jêr kontrola Ceyş Xalid ibn el-Welîd, komeke girêdayî "Dewleta Îslamî", dikeve.

Ebdul Rehman got "dibe ku" Ceyş Xalid ibn el-Welîd berpirsyar be.

"Ev êrîşa kujer a yekem e ku hêzên rejîmê dike armanc ji destpêka operesyona wan li Deraayê," wî got.

Aniha rejîm dora 80% ji parêzgeha Deraayê kontrol dike, lê çekdarên opozîsyonê dora 15% li jêr kontrola wan e, li gor Rewangehê.

Ceyş Xalid ibn el-Welîd -- ê ku di agirbestê de nehatiye hundirandin -- parçeyê mayî kontrol dike, cihê ku dora 30,000 kes lê dijîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500