Nûçeyên Iraqê

Sûrî direvin ji tirsa êrîşa rejîmê ya li ser DAIŞê li başûrê welat

Çend hezar Sûrî reviyan ji beşinan ji başûrê welat ku li jêr kontrola hêzeke ser bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve ye ji ber tirsên ji êrîşeke rejîmê, AFP roja Duşemê (9ê Tîrmehê) ragihand.

Navçeya li jêr kontrola DAIŞê li gundewarê rojavayî yê parêzgeha Deraayê ne beşeke ji rêkeftina agirbesta bi serpereştîya Rûsyayê, ya ku heftîya borî di navbera rejîmê û çekdarên opozîyonê de pêk hatibû.

Wê rêkeftinê bombebarankirina deverên li jêr kontrola opozîsyonê ji zêdeyî du heftîyande bi dawî kir, lê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Duşemê got ku kesên li devereke li jêr hêzeke ser bi DAIŞê ve dijîn ditirsin ku ew armanca dahatû bin.

"Dora 4,000 kesan, di nav de bi sedên jin û zarokan, ji deverên li jêr kontrola Ceyş Xalid ibn el-Welîd li deverên rojavayî yên Deraayê reviyane," Rewangehê got.

Hêza ser bi DAIŞê ve kontrola 7% ji parêzgeha Deraayê dike, li gor serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman.

Ebdul Rehman diyar kir ku pêşketina serbazî ya rejîmê û kontrolkirina bajarokan bi rêya rêkeftinên agirbestê hiştin ku hêzên wê bigihêjin deverên hevtixûb ligel zona li jêr kontrola DAIŞê, lê heta aniha tu operasyonê dest pê nekiriye.

Zêdetir ji 320,000 kesan ji ber êrîşên asmanî, bermîlên bombekirî û agirê rokêtan, ên Sûrî û Rusî revîyan, lê bi dehan hezar bêwar vegerîyan malên xwe piştî agirbestê cihwarên wan heta radeyekê seqamgîr hiştin.

Zêdetir ji 60,000 kesan li dirêjahîya sînorê bi Urdinê re penageh dîtin, lê piranîya wan vegerîyan malên xwe û dora 150 heta 200 kesan mane, li gor NY.

Li gor rêkeftinê, şervanên opozîsyonê dê çekên xwe yên giran radest bikin û dê hikûmet parêzgehê kontrol bike, di nav de sînorê bi Urdinê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500