Nûçeyên Iraqê

Bist û heft leşkerên alîgirê rejîmê li bakur û rojavayê Sûrîyayê hatin kuştin

Bêtirî bîst leşkerên alîgirê rejîmê hatin kuştin bi şev li bakur û rojavayê Sûrîyayê di êrîşeke hevbeş de ji alîyê hêzên opozîsyonê û yên Îslamî ve, AFP îro Sêşemê (10ê Tîrmehê) ragihand.

Weke tolhildanê li dijî vê yekê, hikûmetê bi piştgirîya Rûsyayê deverên li jêr kontrola opozîsyonê li parêzgeha Lazqiyayê ya beravî û parêzgheha Idlibê ya hevtixûb îro Sêşemê bombebaran kirin û çar sivîl hatin kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Êrîşa derengî roja Duşemê ya nişkî du gund û xalên çavdêrîyê li asêgeha rejîmê li Laziqîyê kirin armanc, Rewangehê got.

"Herî kêm 27 kes ji hêzên rejîmê û çekdarên alîgir, di nav wan de zabit, di şerên dijwar û bombebarankirina li ser gundê Eteyrayê de hatin kuştin," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

"Wan dest danî ser Eteyrayê û hêzên rejîmê ji gelek xalên çavdêrîyê derxistin piştî wan ew kuştin yan birîndar kirin," wî got, û anî ziman ku 40 çekdarên alîgirê rejîmê hatin birîndarkirin û şeş çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.

Hejmara mirîyan êrîşa opozîsyonê kire ya herî xwînawî li ser herêmê ji sê salan ve, li gor Rewangehê.

Rewangehê got ku di nav hêzên opozîsyonê de çekdarên opozîsyonê yên xwecihî ji Laziqîyayê û herwiha hêzên tund cih digirtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500