Nûçeyên Iraqê

Îraq dest bi dubarekirina hejmartina bi dest a dengan dike

Dubare hejmartina bi dest a dengên hilbijartinên parleman, ên ku 12ê Gulanê hatin lidarxistin, îroj Sêşemê (3yê Tîrmehê) dest pê kir di çarçoveya hewldanên bo nehiştina alozîya siyasî, National ragihand.

Dubarekirina hejmartina dengan li Kerkûkê dest pê kir, li parêzgeha ku alozîyên ewlehî û siyasî yên mezin jîyan kirin têkildarî angaştên hebûna sextekarîyê.

"Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe [ya Îraqî] proseya dubarekirina hejmartinê dest pê kir" û dê li deverên din ên ku gilî li wan hene dewam bike, peyvdarê komîsyonê Leys Hamza ragihand, li gorî AFP.

"Dê hejmartin ji hêla ofîsên hilbijartinê yên xwecihî li çendîn bajarên ku hejmareke mezin a gilîyan li wan hatiye tomarkirin pêk were, di nav de Kerkûk, Sulêmanî, Hewlêr, Dohuk, Nînawa, Selahedîn û Enbar," Saed Hedîsî, peyvdarê ofîsa Serokwezîr Heyder Ebadî ragihand.

Sebetên dengan ên gumanbar hatin veguheztin û li ofîsên şaredarîya Kerkûkê hatin îmbarkirin derengîya roja Duşemê.

"Heftîyek yan du heftî û dibe mehek jî gerek be bo ragihandina encaman, lê biryar ne di destê hikûmetê de ye, ew aniha di destê dadgeha bilind de ye," Hedîsî got.

Dê encam biçin ber destê dadgeha bilind daku bên pesendkirin.

Cabir Cabirî, ku sîyasetvaneke nûnertîya Enbarê dike, got ku dê dubarekirina hejmartinê her car li parêzgehekê bi tenê bi rê ve biçe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500