Nûçeyên Iraqê

Îraq banga vegerandina zarokên tundrewên biyanî dike

Îraq îro Sêşemê (3yê Tîrmehê) bang li welatên terorîstên biyanî yên ku di zindanên wê de girtî ne kir ku bi sedan zarokên çekdarên girtî vegerînin, AFP ragihand.

Herî kêm 833 zarok ji 14 neteweyan, ku aniha di zindanên Îraqê de ne, li gor Fermandarîya Operesyonên Hevbeş, ya ku şerê li dijî "Dewleta Îsalmî" serpereştî dike.

"Em ji hemû şandeyên diplomasî li Îraqê dixwazin, ên li vir û yên ne li vir, ku welatîyên xwe yên hukmê li ser birî qedandin û zarokên wan ên ne tawanbar vegerînin," peyvdarê wezareta derve Ehmed Mehcûb got.

"Îraqê hemû welatên ku welatîyên wan di zindanên wê de hene agadar kirine. Berî vê em bi balyozxaneyên Almanya, Ezrebîcan, Rûsya û hin welatin din axêvîn da ku (welatîyên xwe) vegerînin."

Qanûna Îraqî dihêle ku zarok rastî cizayê werin di temenê neh salî de, li gor Human Rights Watch.

Pênc sal ciza di zindanê de li wan tê birîn eger ew endamên DAIŞê bin.

Li gor qanûna Îraqî, dibe ku zarok rastî cizayekî werin ku bigihe 15 salan di zindanê de eger wan kiryarên zordar kiribin.

Jêdereke diplomasî ya Rûsî li Moskoyê ji AFP re ragihand ku "70 jinên Rûsî yên tên darizandin hene û dora 100 zarokan di zindanên Îraqî de".

"Em hewl didin ku em van zarokan vegerînin Rûsyayê piştî em wan nas bikin ji ber hema bibêje ku hemû kaxezên nasnameyê bi wan re nînin," jêder got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500