Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî tunêleke DAIŞê li Felûcayê kifş dikin

Hêzên Îraqî tunêlek li Felûcayê kifş kir ku endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew weke rêyeke revê bikar tanîn, Wezareta Berevanîyê roja Duşemê (2ê Tîrmehê) ragihand.

Beşê Hewalgirîya Serbazî ya Firqeya 14ê operasyoneke maliştinê û lêgerînê pêk anî li taxa Şuheda el-Ula li Felûcayê, û wan tunêleke DAIŞê li wir dît li jêr şahrêya navdewletî, peyvdarê wezaretê, emîd Yehya Resûl di daxuyanîyekê de ragihand.

Wî got ku tunêl bi temamî hat wêrankirin, piştî ku tîmên endazyarî teqemenîyên hatin dîtin bê bandor kirin.

"Hêzên Îraqî komgeheke cebilxaneyan dîtin ku 517 narincok û çer bombeyên bidestçêkirî tê de bûn, ku DAIŞê li pey xwe hiştibûn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500