Nûçeyên Iraqê

HRW banga alîkarîkirina Sûrîyan dike di xebatên lêgerîna li gorên komî de li Reqayê

Çavdêrîya Mafên Mirov (HRW) îroj Sêşemê (3yê Tîrmehê) civaka navdewletî han da ku piştgirîya Sûrîyan bike li Reqayê di vedana gorên komî de piştî rizgarkirina bajêr ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Şervanan bi piştevanîya êrîşên asmanî yên hevpeymanîya navdewletî DAIŞ ji bajar derxistin di Cotmehê de,û rê dane Encumena Bajarê Reqayê ku bajêr birêve bibe.

HRW got ku xebarkarên encumenê bi alavên pir sade û ezmûndarîyeke hindik di warê nûjdarîya tawanzanîyê de misyona lêgerîna li mirîyan girtine ser milê xwe.

"Bajarê Reqayê herî kêm neh gorên bi kom lê hene, di her gorekê de tê payîn ku bi dehan laş hebin, eger ne bi sedan bin, ev yek misyona derxistina terman pir dijwar dike," ji HRW Priyanka Motaparsî got.

"Bêyî alîkarîyeke teknîkî ya durist, ev xebatên derxistinê dê ji malbatan re nebin bersiv, ên ku bendewarîyê dikin, û dibe ku delîl û belgehên girîng ji xebatên dadwerî yên pêşerojê re rastî ziyanê bên an jî wêran bibin."

"Divê rêxistinên navdewletî yên xwedan ezmûndarîya nûjdarîya tawanzanî ne piştgirîya teknîkî pêşkêş bikin, di nav de şandina pisporên tawanzanîyê," HRW got.

Rêxistinê got ku divê kerbidest desthilatdarîyeke medenî pêk bîbin daku bi malbatên windahîyan re bikeve têkilîyan de, û databêseke dijîtal saz bike ku wêneyên qurbanîyan bihundirîne.

"Destnîşankirina kesên wendayî û hilgirtina delîlan bo proseyên dadgehkirinê yên tên di çarçoveya dadwerîya bo Sûrîyayê," rêxistinê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500