Hêzên Îraqî sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAŞ) girtin di nav de kesek ji wan ên ku rol gerandin di sêdarekirina endamên êlan li rojavayê Enbarê, Fermandarîya Operasyonên Enbarê îroj Duşemê (2yê Tîrmehê) ragihand.
"Hanî Oda, Selman Xaniya û Casim Mihemed, herwiha bi Casim Xenam tê naskirin, hatin girtin," berdevkê fermandarîyê,eqîd Mihemed Dulêmî eşkere kir.
"Her sê girtî, yên ku endamên girîng ên DAIŞê ne, di nav de kesekî ku sêdarekirinê bi kom encam dane der heqê sivîlan û endamên êlan yên ku şopdarîya DAIŞê red kirin," wî ji Diyaruna re ragihand.
"Girtina wan bi saya xebatên hevbeş û hevahengîya bi welatîyan re li biyabana Rutbayê tê, cihê ku wan xwe lê vedişart," wî got, û da zanîn ku dest hat danîn ser çek û teqemenîyan bi wan re.