Nûçeyên Iraqê

Bajarokên başûrî li Sûrîyayê di goftûgoyên radestbûna ji rejîmê re ne

Komên opozîsyonê ku gelek bajarokên başûrî yên Sûrîyayê kontrol dikin îroj Înê (29ê Hezîranê) li ser rêkeftinekê bo redestkirina wan ji rejîmê re li hember bidawîkirina bombebarankirina dijwar wajû kirin, AFP ragihand.

Hêzên rejîmê yên Rûsîyayê piştvanîya wan dike li beşinan ji deverên li jêr destên opozîsyonê yên li parêzgeha Derayê dixin ji 19ê Hezîranê ve, û bang li çekdarên opozîsyonê dikin xwe radest bikin.

Medyaya Sûrî ya fermî ragihand ku sê bajarokan li rojhilatê Derayê pejirandin xwe radestî rejêm bikin di herdu rojên dawîn de, îroj Înê di raportine seretayî de hate ragihand ku çekdar li çar bajarokên din "pejirandin ku çekên xwe radest bikin".

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov îroj Înê got ku dora heşt bajarokan danûstandinan dikin bo xwe radestkirina ji rejîmê re.

"Goftûgo di navbera Rûsan li alîyekî û komên opozîsyonê ji alîyekî din ve de heye, di rêya nagirên xwecihî re, derbarê çarenûsa heşt gundewarên Deraayê de," wî got.

Serokê rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku endamin ji polîsê serbazî yê Rûsyayê goftûgoyan li her deverekê bi tena wê bi rê ve dibin.

"Xuya ye piranîya wan amade ne bo lihevhatina bi rejîmê re," wî got, û wiha dê çekdarên opozîsyonê çekên xwe yên giran radest bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500