Nûçeyên Iraqê

Rêkxera çapemenîya Fransî Kenala RT ya Rûsyayê derbarê Sûrîyayê rexne hayder dike

Rêkxera çapemenîya Fransayê Pêncşemê (28ê Hezîranê) heydarnameyek arasteya beşê Fransî yê kenala Rûsî RT kir têkildarî raporteke wê ku tê de hinek gotin sipartibûn sivîlên Sûrî di demekê de ku wan ew negotine, AFP ragihand.

Encumena Dîtbar û Bihîstbar (CSA) kenala dewletê bi "binketina di rastgotinê, dewlemedîya agahîya û veguhestina nerînên cuda de" gunehbar kir.

Raprota ku roja 13ê Nîsanê belav bûye, "rastîya êrîşên bi çekên kîmawî li navçeya Xûtaya Rojhilatî ya Sûrî diguherîne", CSA ragihand.

Wê got ku şehdebûna dîdvanekî Sûrî hatiye guhertina bi "gotinan ku wî qet ew negotine".

CSA da zanîn jî ku gotinên dîdvanekê din hatine guhertin bi voysoverekê ku dibêje ku şênî ji alîyê Ceyş el-Îslam ve hatin fermankirin ku bibêjin ku angaşt bikin ew rastî êrîşeke kîmawî hatine, "lê şehdebûnê navê tu komeke dîyarkirî neanîye ser ziman".

CSA got ku raport "şiroveke bê terazû" dide pêş li dor rewşa Sûrîyayê "di babeteke wiha hestyar de, divê nerînên din jî bên qalkirin".

RT, alaveke ragihandinê ya ser bi Kremlinê ve ye, ku berî aniha rastî çendîn haydernameyên rêkxera medya Birîtnî hatiye têkildarê raportê li dor Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500