Nûçeyên Iraqê

NY: Rejîma Sûrîyayê û DAIŞ sivîlan weke beydeq bikar tînin

Emîndarê giştî yê mafên mirov ê NY got ku sivîlên ji êrîşên li ser bajarokên li jêr kontrola opozîsyonê li başûrê Sûrîyayê direviyan weke "beydeq" tên bikaranîn, AFP îroj Înê (29ê Hezîranê) ragihand.

Rejîma Sûrîyayê, bi piştevanîya Rûsyayê, parêzgeha Deraayê bi dirêjahîya heftîyekê topbaran kir, û bêhtirî 66,000an neçarî terkandina deverên xwe kirin, yên mayî jî li jêr rehma êrîşan in.

Komîsyonerê Bilind ê Mafên Mirov ê NY, Zêd Raid Husên hişyarî da "metirsîyeke mezin heye ku pevçûnên dijwar gelek sivîlan dopêçbûyî bihêlin".

Wî got ku ew metirsî ji alîyê hêzên alîgirê rejîmê û komên çekdar ên opozîsyonê û "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tê çekirin, û "bikaranîna sivîlan weke beydeqan ji alîyê alîyên şer ve dewam dibe".

Komîsyoner got ku ofîsa wî raport wergirtine ku bi tenê hinek rêbendên rejîmê li Deraayê rê dane sivîlan ku birevin.

"Herwiha raport hene ku çekdarên DAIŞê yên ku devera Yermûk Basîn li rojavayê Deraayê kontrol dikin destûrê nadin sivîlan ku ji deverên li jêr kontrola wan derkevin," wî got.

Wî got ku zagona navdewletî hemû alîyan "bi parastina sivîlan" erkdar dike, û alîyên şer haydar kirin ku divê "rêyeke ewle bo kesên dixwazin birevin peyda bikin" û kesên ku dixwazin bimînin biparêzin.

Wî got ku ofîsa kuştina herî kêm 46 sivîlan li navçeyê belge kirin ji 19ê Hezîranê ve, lê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov dibêje ku hejmarê 96 derbas kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500