Nûçeyên Iraqê

Îraqî bi kampanyayeke paqijkirinê ya mezin li Mûsilê radibin

Bi sedan tirimbêl duh Çarşemê (27ê Hezîranê) derbasî taxên tijî kavil li Mûsilê bûn bo destpêkirina kampanyayeke paqijkirinê ya berfireh, piştî nêzî salekê ji derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajêr, AFP ragihand.

Tevî ku bêdengîyeke mezin heye ji çaxê ku hêzên Îraqî bajêr bi temamî di 10ê Tîrmehê de vegerandine, Bajarê Kevin ê Mûsilê li ser dengê kamyon, beldozer û kolekan şiyar bû tevî ku tax tijî kavil e.

Cemal Selo, birêveberê endezîyarîyê li parêzgeha Nînewayê got "zêdeyî 300 tirimbêlên veguhastinê û kamyonan" di roja yekem de beşdarî kampanyayê bûn bo paqijkirina Bajarê Kevin.

Wî anî ziman "ev yekemîn e ji vî celebî û bêhtirî 10 milyon ton ji kavilan li wir hene."

Divê hinek taxên bajarê kevin ên teng bi destan werin paqijkirin.

Li gorî parêzerê Nînewayê Siltan Newfel Ekûb, pêvajoya paqijkirinê dê berdewam bike hata çaxê penaber ji Mûsilê vegerin malên xwe.

"Em nema van kavilan dixwazin. Em doza av û kehrebê dikin herwiha em dixwazin malên xwe ava bikin, Sebah Mehmûd, 53-salî, yê ku heta niha nevegerîyaye mala xwe li Mûsilê, wiha got.

Ji Cotmehê de 700,000 Îraqî ji hundir û dora Mûsilê hîn bêwar in, li gor Encumena Penaberan a Nerwêcî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500