Nûçeyên Iraqê

Îroj roja herî xwînawî ye di êrîşa li başûrê Sûrîyayê de heta aniha

Zincîreke êrîşên Rûsî li ser bajarokên li jêr kontrola opozîsyonê li başûrê Sûrîyayê 22 sivîl kuştin îro Pêncşemê (28ê Hezîranê), roja herî xwînawî heta aniha ji ber êrîşa hikûmetê li ser devera stratîjî, AFP ragihand.

Bi alîkarîya Moskoyê, artêşa Serokê Sûrî Beşar Esed bi êrîşên asmanî, agirê mûşekan û bermîlên teqîner bêtirî hefteyekê li başûr da.

Bombebarankirinê 45,000 kes neçar kirin ji malên xwe birevin bo lêgerîna li ewlehîyê, li gorî NY, dema ku hineke din li jêrzemînên xwe kom bûne bo bendewarîkirina êrîşan.

Îro Pêncşemê, êrîşên tê zanîn ku ji alîyê Rûsîyayê ve ne 22 sivîl kuştin, ku piranîya wan ji bajarokekî tenê bûn, li gorî komeke çavdêrîyê.

"Herî kêm 35 êrîşên asmanî yên Rûsî li bajarokê Misêfrayê dan," Rewanga Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Yekê ji wan li jêrzemînekê xist ku xelkê xwe lê girtibû, 17 sivîl kuştin, di nav wan de pênc zarok," Rewangehê got.

Nexweşxaneya li Msêfrayê bû li derveyî xizmetê ji ber êrîşên asmanî yên Rûsî şeva Sêşemê, Rewangehê û rêxistinên hewarçûnê ragihandin.

Pênc sivîlên din hatin kuştin li deverin din ên ku opozîsyon kontrola wan dike li Deraayê, parêzgeha sereke li başûrê Sûrîyayê.

"Ev hejmara herî mezin e ji dema ku şer zêde bûye ji 19ê Hezîranê ve," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got, wî anî ziman jî ku şer ji wî çaxî ve hejmara qurbanîyên sivîl gihande 93yan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500