Nûçeyên Iraqê

Hikûmetên cîhanê li ser berferehkirina desthilatên rêxisrtina qedexekirina çekên kîmawî deng didin

Hikûmetên cîhanê roja Çarşemê (27ê Hezîranê) li ser berferehkirina desthilatên rêxisrtina cîhanî ya qedexekirina çekên kîmawî deng dan bo ew bikaribe navên kesên li piştî êrîşên bi çekên jehrîn li Sûrîyayê destnîşan bike, AFP ragihand.

Di posteke medyaya civakî de, şandeya Birîtanî got ku biryara Konferansa Dewletên Endamên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) bi 82 dengan li hember 24 dengan bi ser ket.

Projeya biryarê hat pesendkirin tevî ku ew rastî dijberîyeke tund hat ji bal Rûsya, Sûrîya û Îranê.

Brîtanya û Amerîkayê Sêşemê pêşengîya bangekê bo nehiştina bikaranîna çekên kîmawî kirin bi rêya desthilatdarkirina OPCW bi eşkerekirina navê li pişt êrîşan.

Sûrîya û Rûsyayê red kir ku wan xazên jerhîn bi kar anîbin di mehên borî de, û îsrar kirin ku nabe desthilatdarîyên OPCW bên berferehkirin.

Ligel nebûna tu mîkanîzmekê bo destnîşankirina alîyên li pişt êrîşên wiha, Birtanîya pêşinyarnameyek pêşkêş kir ku tê de hatiye divê OPCW bê sipartin bi "destnîşankirina alîyên berpirsyar ji êrîşên bi çekên kîmawî".

Ev gengeşe tên holê di demekê de ku tê payîn OPCW raporta xwe ya derbarêêrîşên hatin angaştin ku bi gazên sarîn û kilorê hatine encamdan di Nîsanê de li bajarokê Dûmayê yê Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500