Nûçeyên Iraqê

Dadwer dê di pêleke nû de dubarekirina hejmartina dengan encam bidin

Dadwerên ji alîyê dadgeha bilind ya Îraqî ve hatine nîşankirin roja Yekşemê (24 Hezîranê) gotin ku ew dê bi tenê dubarekirina hejmartina dengên hilbijartinên parlemanî yên meha Gulanê bi destan li navçeyên ku nakokî li ser encaman çêbûn encam bidin, AFP ragihand.

Dubarekirina hejmartina dengan, a ku dadgeha bilind xwest, "bi tenê taybet in bi navendên hilbijartinê yên ku kandîdetan gilî pêşkêşî Komisyona Bilind ya Hilbijartinan kiriye, yan di rewşên ku raportên fermî hebin derbarê operasyonên sextekarîyê yên tên gumankirin li Îraqê yan li derve", berdevkê dadweran, Leys Hemze, di daxuyanîyekî de got.

Dadgehê emir da ku deng dubare werin hejmartin di 21ê Hezîranê de, li gorî biryareke parleman weke bersivekê li ser angaştinên sextekarîyê.

Dadwerê herî berz Medhet Ehmed got ku wê çaxê divê 11 mîlyon kertên dengdanê dubare werin hejmartin, di nav wan de dengderên li derve dijîn, kesên bêwar û hêzên ewlekarîyê.

Dema dubarekirina hejmartinê dê were destnîşankirin bi hazirîya nûnerên NY, dezgehên siyasî û kandîdetên bandor li wan bûyî, dadweran got.

Dubarekirina hejmartinê dê hefteyekê bidome, ew dê heta paş 30 Hezîranê dom bike, dema bidawîbûna heyama parlemanê aniha.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500