Hêzên Îraqî hewldaneke ji hêla komeke tundrû bo ji Ebû Kemala Sûrîyayê bi dizî derbasî Îraqê bibin têk birin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî îroj Înê (22ê Hezîranê) ragihand.
"Hêzên artêşa Îraqî du endam ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin û heft kesên din neçar kirin ku vegerin Sûrîyayê," berdevkê fermandarîyê emîd Yehya Resûl got.
Wî anî ser ziman ku wan di operasyonê de otombîleke çar-palder rûxand ku bi çekan barkirî bû.
"Lipeygerînên seretayî dibêjin ku tundrûyan paln dikir ku tevlî çeperên terorî yên li biyabana Îraqê bibin û operasyonan di hundirê Îraqê de pêk bînin," wî got.
Di operasyoneke cihê de, hêzên ewlekarîyê 11 kesên gumanbar ku terorist in li Qaimê, Ekaşat û Hetê giritn, Fermandarê Operasyonên Enbarê lîwa Mihemed Felahî ji Diyaruna re got.
"Artêşê gelek êlekên bombekirî, 16 bombeyên bidestçêkirî, û gelek hawinên mêjer 82m desteser kirin, herwiha çek û cebirxaneyên cihêreng di heman operasyonê de," wî got.