Hêzên Îraqî tevahîya rêya navdewletî li rojavayê Enbarê ewle kirin û burcên kontrolê bi dirêjahîya rê danîn, Fermandarê operasyonên Enbarê, lîwa Mehmûd Felahî roja Sêşemê (19ê Hezîranê) got.
"Şahrêya 420-kîlometr dirêj hatiye ewlekirin ji Bexdayê heta bi Urdunê," wî ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku bi sedan bombeyên bidestçêkirî û mayînên zemînî hatin rakirin, û dewrîyên hewarîya bilez û rêbend hatin duristkirin.
"Şahrê aniha parastî ye û ewle ye ji welatîyan re," wî got.
"Hêzên Ewlekarîyê û yekîneyên piştgirîyê operasyonan li dar dixin û veşargehên 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) li deverên biyabanî yên parêzgehê dikin armanc bo nehiştina şanên razayî û çavdêrîkirina tevgerên gumanbar ên dibe ku şahrêyê bikin armanc," Felahî ragihand.