Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Bombebarankirinên rejîmê li başûrê welat herî kêm şeş kes kuştin

Bombebarankirinên hikûmeta Sûrîyayê ji herêma başûrî ya li jêr kontrola opozîsyonê re herî kêm şeş sivîl kuştin, çend demjimêran paş hişyarkirinê NY derbarê xeterîya li ser danûstandinên têkildarê çarenivîsa deverê, AFP îro Înê (15ê Hezîranê) ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku qurbanî, du ji wan zarok in, di bombebarankiirina li ser du gundan de hatin kuştin li bakurê parêzgeha Deraayê.

Bombebarankirin ji hemû çeperên rejîmê ve tên, ên ku vê dawîyê hêz ji wan re hatin, Rewangehê got.

Wezareta Derve ya Amarîkayê hişyarî da Şamê roja Pêncşemê li hember her kiryareke serbazî, û got ku dibe ew danûstandinên li dar ên aramc dikin ku çareserîyekê bo rewşa gêre ya enîya başûrî bibînin ji nav bibin.

"Em nîgeran in ku kiryarên serbazî yên hikûmeta Sûrîyayê li hember zona kêm-şer a dikeve başûr rojavayê welat de milmilanîyê berferehtir bike," peyvdar Hîser Nawert di daxuyanîyekê de got.

"Em teqez dikin ku dê Amarîka rêkarên tund û guncan bigire ber xwe di bersivdayîna tundûtûjîyên hikûmeta Sûrî li deverê," wê got.

Amarîka, Rûsya û Urdun li hev kirine li ser rêkeftineke kêmkirina şer li başûrê parêzgehê, û gotûbêj berdewam in bo gihiştin bi tifaqeke ku dê pêdivîya bi êrîşeke hikûmetê bi dawî bike.

Komên dijberîyê, yên ku heta aniha du sêyekên Deraayê kontrol dikin, heta aniha red dikin ligel rejîma Sûrîyayê bikevin nav gotûbêjan de.

Rejmê dixwaze ku dijberî ji wê deverê vekişe bi darê zorê ya li gorî rêkeftineke hevşêweyê yên ku hiştin hêzên çekdar ji enîyên xwe yên li nava Şamê û derdora wê derkevin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500