Wezareta Hundir a Îraqî îroj Înê (15ê Hezîranê) ragihand ku wê dest bi bicihkirina planeke ewlehî bo pîrozbahîyên Cejna Remezanê kiriye.
"Tîmên wezaretê û kadroyên pispor ên ewlekarîyê dest bi bicihanîna plana cejnê [ya ewlehî] kirin bi belavkirina hêzan li deverên geştyarî, parkên giştî û navendên ku malbat lê kom dibin, mîna bazar û molan," peyvdarê wezaretê emîd Saed Maen ji Diyaruna re ragihand.
"Plan armanc dike ku pîrozbahîyên welatîyan ewle bike û rê li ber operasyonên terorî bigrin," wî got.
Hevdem, Emaneta Bexdayê di daxuyanîyekê de got ku hemû cihên geştyarî û bêhinvedanê û park amade ne bo pêşwazîkirina malbatan bo pîrozbahîyên Cejnê bê beramber.
"Hemû cihên geştyarî û bihinvedanê ji malbatan re bê beramber berdest in li hemû deveran [ên paytextê]," daxuyanîyê got.