Nûçeyên Iraqê

Çekdarin danûstandinkarekî li başûrê Sûrîyayê dikujin

Roja Pêncşemê (14ê Hezîranê) çekdarinan endamek ji komîteyeke ku bi karê danûstandinê bi rejîma Sûrî re radibe kuştin, komîteya berpirsyar ji çarenûsa devera başûrî ya li jêr destên opozîsyonê , AFP ragihand.

"Berbangê, çekdarinan bijîşkekî ku endam bû di komîteya lihevanînê ya Deraayê de kuştin", Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got, û da zanîn jî ku êrîş li gundekî li jêr kontrola opozîsyonê, li bakurê rojavayê parêzgehê, qewimîye.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku 11 endamên din li ser destên hineke nenas hatin kuştin ji dawîya Gulanê ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500