Nûçeyên Iraqê

4 girtî li Hengarîyayê hatin dadkirin têkildarî mirîyên kemyona koçberan

Her çar tawanbarên sereke bi mirina 71 penaberan ji Sûrîya, Îraq û Avxanistanê di kamyoneke li ser rêyeke bilez a Nemsayî di 2015an de hatibûn girtin 25 sal li wan hatin birîn roja Sêşemê (14ê Hezîranê), AFP ragihand.

Dadgeh li Hengarîyayê li dar ket, a ku rêkar ji Vîyênayê rahiştê piştî ku hate xuyakirin ku penaber li Hemgarîyayê hatin fetisandin.

Deh zilamin din ên tawanbar hikum di navbera sê heta 12 salan de li wan hate birîn ji hêla dadgeheke bajarokê Kêskêmêtê yê başûrî ve.

Tawana "kuştina tund û bi dijwarîyeke taybet" li zilaman bar bû di dadgeha ku salekê berdewam kir, a ku ronahî bir ser arîşeya penaberên ku jîyana xwe di destên bazirganên mirovan de dan.

Di nav tawan de 59 zilam, heşt jin û çar zarok hebûn, di nav de zarokekî dergûş, ê di nava sed hezaran kesên reben de ên ji Rojhilata Navîn û deverin din di 2015an de revîya bûn, ku alozîyeke dijwar ji penaberan li Ewrupayê çêkir ji çaxa Şerê Cîhanî yê Duyemîn ve.

Berpirsên Hengarî gotin xeleka ku cihê wê li Bodabistê ye ew toreke pîşesaz bêhtirî 15 otombîlên ku bo veguhestina penaberan bi kar tên dihewîne ji Yonanê diçûn li dirêjahîya rojavayê Belqanê heta Ewrupayê.

Koma çete bêhtirî 1100 kesî ji Hengarîya heta Nemsayê ji Sibata 2015an, bi buhayekî digihê 1,500 € ($1,760) serê her kesekî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500