Tankereke ku alaya Îraqî hildide û du milyon bermîlên nefta xav hildigire ber bi Amêrkayê ve çû, û wiha ev yekemîn geşt e ji dora sê dehsaln ve, wezareta neftê roja Şemîyê (9ê Hezîranê) ragihand.
Îraq duyemîn berhemdar e di OPEC de bi 153 bilyon bermîlan ji yedekên nefta xam ên teqez, AFP ragihand.
"Ew ji Bexdayê çû Besrayê di şeva Înê de û berê xwe da Amêrkayê. Ev cara yekem e ji 1991ê ve ku Îraq tankerên xwe yên neftê bi rê ve dixe," berdevkê wezareta neftê Asim Cîhad got.
Binesazî li Îraqê, ya ku xwe dispêre neftê bi rêjeya 99% ji dahatan, milmilanîya dawîn ew kavil kir, di nav de şerê li dijî "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ), lê desthilatdarî li xurtkirina berhemdayîna neft û gazê digerin.
Îraq çar tanker kirê kirine û tê payîn ku sê daneyên din jî bidest bixe di demên pêş de.
Di Gulanê de, Îraq 3.49 milyon bermîlên petrolê rojane hinarde dikirin, wezareta petrolê ya Îraqê got.