Nûçeyên Iraqê

Wezaret: Agirê îmbara sindoqên dengan "bi mebest bû"

Agirê girte komgehekê li Bexdayê, ku ji bo parastina dengên hilbijartinên Gulanê dihat bikaranîn, berî dubarekirina hejmartina dengan "bi mebest bû", Wezîrê Hundir yê Îraqî Qasim Eracî îro Duşeêm (11ê Hezîranê) got.

Agir girte îmbarê roja Yekşemê berîya dubarekirina hejmartina dengan ji ber angaştên li dor hebûna sextekarîyan di dema birêveçûna hilbijartinan de.

"Bê guman ew karekî bi mebest û ez bi xwe serpereştîya lêpirsînê dikim tev polîsê tawanê û komîteya ku bi lêkolînkirina agir hatiye erkdarkirin," Eracî got.

Tîmên vemirandina agir karîn agir kontrol bikin piştî çend saetan ji şewatê lê îmareke ku dikeve Rusafayê, ya ku mezintirîn sektora dengdanê ye li rojhilatê Bexdayê, hat wêrankirin.

Dora 60% ji du milyon dengderan li Bexdayê dengê xwe dan di hilbijartinên 12ê Gulanê de li wê deverê.

Hîna qasê wêranîya gihiştîye sindoqên dengan ne dîyar e lê belê hin bepirsyaran got ku piranîya wan hatine parastin.

Roja Yekşemê nûçegihanekê AFP dît stafê îmbarê ji avahîyê direvin dema ku dûman bilind dibû, û wan sindoqên dengan ên şîn û sipî hildigirtin bo wan biparêzin.

"Meteryalên hilbijartinê, di nav de sindoqên dengan, hatin şewitandin lê piranîya sindoqên dengan di avahîyeke din de hatibûn hilanîn û hatin parastin," peyvdarê wezareta Hundir emîd Saed Maen roja Yekşemê ji nûçegihanan re ragihand.

Agir gur bû piştî Encumena Bilind a Dadwerî roja Yekşemê neh dadwer bi serpereştîkirina hejmartineke bi dest a dengan erkdar kir li gorî fermaneke parlemanê Îraqî.

Roja Çarşemê, Encumena Qanûnsaz komîsyoneke serbixwe y neh-endam ku serpereştîya hilbijartinan kirin ji kar bi dûr xist.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500