Nûçeyên Iraqê

NY: 920,000 bêwar li Sûrîyayê di 2018an de, ev jî bilindtirîn rade ye ji destpêka şer ve

Neteweyên Yekbûyî îroj Duşemê (11ê Hezîranê) got ku bêhtirî 920, 000 kes di hundirê Sûrîyayê de bêwar bûne di heyama her çar mehên yekem de ji sala 2018an ve, ev jî bilindtirîn rade ye bi dirêjahîya heft salên şer, AFP ragihand.

"Em penaberîyeke mezin di hundirê Sûrîyayê de... ji meha Çileyê heya Nîsanê ve dibînin, zêdeyî 920,000 penaberên nû," Panos Monmtzis, kordîneyê NY yê Sûrîyayê ji nûçevanan re li Cinêfê got.

"Wî got ku ev ji bilindtirîn bêwarî bû di vê qonaxa piçûk de ji destpêka şer de."

Hejmara kesên bêwar di hundirê welat de digihe 6.2 milyonan, lê hîna 5.6 milyon penaberên Sûrî li dewletên derdorê hene, li gorî hejmarên NY.

Moumtzis got ku piranîya penaberên nû neçar bûn ku derkevin bi bilindbûna radeya şer li asêgeha berê ya opozîsyona Xûtaya Rojhilatî û li hundirê parêzgeha Idilibê ya bakur- rojavayî, ku bi temamî ji hêla tunrûne cihêreng û çekdarên opozîsyonên yên tund kontrolkirî ye.

Şiroveyên wî piştî gelek êrîşên asmanî yên kujer hatin di rojên dawîn de li Idlibê ku bi dehan kes hatin kuştin, di nav de zarok jî hebûn.

Wî got ku Idilb beşek ji lihevkirina "kêmkirina şer" a li ser Sûrîyayê ye ya ku Turkîya, Rûsîyayê û Îranê gihanê, û hişyarî da ji encamên kambax li parêzgehê, ya ku 2.5 milyon kesan dihewîne, ji ber tirsa ketina di pevçneke giştî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500