Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî 44 sivîlan dikujin li bakur rojavayê Sûrîyayê

Êrîşên asmanî li bakur û rojavayê Sûrîyayê Pêncşemê (7ê Hezîranê), ku tê payîn Rûsyaya hevalbebnda rejîmê pêk anîn, 44 sivîl kuştin ku şeş ji wan zarok in, AFP ragihand.

Êrîşên ku li devereke niştecihî li devera Zerdanayê li parêzgeha Îdlibê da, bi dehan kesên din birîndar kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Wezareta berevanîyê ya Rûsî raportên Rewangehê yên têkildarî êrîşên asmanî li ser Zerdanayê red kirin û got "ew ji rastîyê bi dûr in", di daxuyanîyekê de ku ajansa nûçeyan a TASS belav kiribû.

Rewangehê got ku ew dizane kî êrîşên asmanî pêk anîne li gorî şêwazên firînê, û herwiha firoke û cebirxaneyên bikarhatî.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got ku hijmar dê zêde bibe ji ber hîn hejmarek ji gorîyan di bin mozelan de mane.

Piranîya parêzgeha Îdlibê li derveyî kontrola rejîmê ye û çekdarên dijberîyê û tundrû wê kontrol dikin.

Zerdana bi piranî li jêr kontrola çekdarên dijberîya Îslamîst e, ligel hebûneke biçûk a Tehrîr el-Şamê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500