Nûçeyên Iraqê

DAIŞ di êrîşeke mezin de beşinan ji Ebû Kemala Sûryayê vedigerîne

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) herî kêm 10 xwekuj îroj Înê (8ê Hezîranê) bi kar anîn di êrîşeke mezin de li ser bajarokê Ebû Kemalê ya sînorî li Sûrîyayê , û beşin ji bajarok vegerandin, AFP ragihand

Bi kêmanî 25 çekdar ji rejîma Sûrî û hêzên bi ser wê ve di êrîşê de hatin kuştin, ku ew yek ji mezintirîn kom e îsal, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

"Ev ji mezintirîn êrîş e li ser Ebû Kemalê pêk tê ji çaxê ku wan ew ji dest daye" di Mijdara 2017an de, serokê Rewangehê Ramî Ebdulrehman got.

Wî got "DAIŞ ainha kontrola çendîn beşan ji bajar dike.Şer li navanda bajêr berdewam e."

Ebû Kemal li ser sînorê Îraqê ye û dikeve parêzgeha Dera Zorê ya Sûrî, û rojekê ew dilê dewleta ku rêxistinê bi xwe çêkiribû bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500