Nûçeyên Iraqê

Hêzên Kurdî dê ji Minbicê vekişin piştî rêkeftinekê

Hêzên Kurdî yên Sûrî îroj Sêşemê (5ê Hezîranê) gotin ku dê ji Minbicê vekişin, wiha jî tirsên ji pevçûnên rasterast di navbera hevalbendên NATO de, Waşington û Ankerayê, li ser bajarê bakurî yê stratîjî, kêm kirin, AFP ragihand.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ne lîstikvanine sereke bûn di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de.

Bajarê Minbicê ku piranîya niştecihên wê Erebên Sinî ne dora 30 kîlometran ji sînorên başûrî yên Turkîyayê dor e, û li wir hêzên Amêrkî û Fransî yên girêdayî hevpeymana navdewletî ya şerê DAIŞ dik bi cih dibin.

QSD êrîşeke serkeftî di 2016an de bi rê ve bir daku Minbicê ji DAIŞê rizgar bike û şêwirmendên serbazî li bajarokê hiştin daku hêzên xwecihî perwerde bikin.

"Aniha, piştî bêhtirî du salan ji xebata berdewam û ji ber têrdarîya Encumena Serbazî ya Minbicê ya di warê perwerdahîyê de, YPG biryar da ku şêwirmendên xwe yên serbazî ji Minbicê vekişîne," YPG di daxuyanîyekê de got.

Pentagon got ku di dema niha de hêzên Amêrkî dê li bajêr bimînin.

"Tu plan bo veguhestina hêzên Amêrkayî ji Minbicê tune ye, hîn hûrgulîyên pirtir derbarê nexşerêya Minbicê de hene û dê hûrgulîne bêhtir di demên bên de werin ragihandin," berdevk Erîk Pahon got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500