Nûçeyên Iraqê

Sêzdeh endamên DAIŞê nêzîkî Samerayê hatin kuştin

Sêzdeh mêrên çekdarên "Dewleta Îslamî" di pevçûnên dijwar de hatin kuştin di şeva Sêşemê (5ê Hezêranê) de, pevçûnên bi hêzên hevbeş ên artêş û polîs re li Sira Dicleyê, 30 kîlomitran li başûrê Samerayê, fermandarîya Operesyonên Samerayê got.

"Hêzên Îraqî yên hevbeş operesyoneke berfereh cîbicî kirin daku Sira Dicleyê paqij bikin û gundên derdorê dorpêç bikin û wan komên DAIŞê ên teror dîtin," berdevkê fermandarîyê eqîd Ehmed ji Diyaruna re got.

"Terorîst bêtir ji sê demjimêran di pevçûnan de mijûl bûbûn, pevçûnên ku wan çekên cihêreng bi kar anîn, di nav de du xwekuj jî," wî got.

Gelek navgîn û sermeyeyên serbazî di opereasyonê de hatin ruxandin, herwiha du malên vehewanê yên rêxistinê jî hatin wêrankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500