Nûçeyên Iraqê

Amerîka desteya bêçekkirinê ya cîhanî boykot kir ji ber serokatîya Sûrîyayê jê re

Amerîka dê rûniştina Konferensa Bêçekkirinê ya îro Sêşemê (5ê Hezîranê) boykot bike ji ber ew ditirse ku Sûrîya serokatîya xwe ji desteyê re bikar bîne daku rejîmê "asayî bike", AFP ragihand.

"Li ser bingeha hewldanên Sûrîyayê yên dubare hefteya bûrî bo bikaranîna serokatîya xwe ji Konferensa bêçekkirinê re daku rejîmê û reftarên wê yên nayên qebûlkirin û yên xeternak asayî bike, em di rûniştina îro de beşdar nabin," Rober Wûd, balyozê Amerîkayê li desteya ku baregeha wê li Cinêvê, di daxuyanîyekê de got.

Wî got ku "em dê berdewam bikin berevanîya berjewendîyên Amerîkayê" di desteya bêçekkirinê de bikin.

Hefteya borî Sûrîyayê serokatîya bi dorê bi dest xist, serokatîya ku çar hefteyan berdewam dike, ya ku li gorî rêbazeke ku bi dehên salan di nav 65 dewletên endam de li gorî rêzkirina alfebeyî ji navên dewletan re bi zimanê Îngilîzî.

Wûd rûniştina giştî ya yekem de bo çavdêrîya Sûrîyayê hefteya bûrî hazir bû, dema wî derfet bir ku birêveberîya hejmarek dewletan bike daku li dijî tiştê ku ew weke "kelevajî" wesif dike protesto bike.

Tevî rewa mîkanîkî ya gihaştina Sûrîyayê bo serperiştîya konferansa bêçekdarkirinê, piştî Siwîsra û Siwêdê, gelek dewletan xwe aciz kir ji ber serpereştîkirina nûnerê Şamê ji desteya ku danûstandinê li ser qedexekirina çekên kîmawî dike re.

Piştî ku bi sedan kes ji êrîşên kîmawî li nêzî Şamê di 2013an de mirin, lihevkirineke bi Rûsîyayê re hat danîn bo rizgarkirina Sûrîyayê ji çekên kîmawî.

Lêbelê NY û dewletên rojavayî Şam bi pêkanaîna gelek êrîşên kîmawî ji wê çaxê de tawanbar kirin.

Êrîşên klor û sarînê yên li bajarokê Dûmayê yê Sûrî di 7ê Nisana sala par de bûn sedema êrîşên roketan ên sizayîdijî çeperên çekên kîmawî yên tên angaştinli Sûrîyayê ji alîyê Amerîka, Birîtanîya û Frensayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500