Nûçeyên Iraqê

Bombeyek çandî li Sûrîyayê kesek li nêzî bargeheke hevpeymanîyê dikuje

Bombeyek li rex rêyekê çandî şervanek îroj Duşemê (4ê Hezîranê) kuşt li nêzî bargehekê li bakurê Sûrîyayê ku ji alîyê leşkerin Amêrkî û Fransî yên hevpeymana navdewletî ya şerê "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) dike tê bikaranîn, AFP ragihand.

"Bombe li rex rê hatibû çand teqîya gava otombêleke serbazî ji Ên Îsayê diçû bargeha Lîwayê" li parêzgeha Reqayê ya ku dikeve bakurê welat, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Şervanine ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) jî li bargehê bi cih bûne, serokê rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Wî nikarîbû bi xar nasnameya qurbanî destnîşan bikira.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500